Hejmarên Jimartinê
Ji koma hejmarên ku ji 1’ê heta bêdawiyê diçin re ‘Hejmarên Jimartinê’ tê gotin. Bi gotineke din mirov dikare bibêje ‘Hejmarên Xwezayî Yên Pozîtîf’. Cudahiya hejmarên xwezayî û hejmarên jimartinê tenê sifir (0) e. Dema sifir (0) ji nava hejmarên xwezayî derê yên ku dimînin hejmarên jimartinê ne.
Hejmarên Jimartinê:
N^+={1,2,3,4,…..} bi vî şêweyî têne nîşandan.