Hejmarên Fer û Zo
Hejmarên ku bi 2’yan tên parînkirin ango hejmarên ku hejmaroka wan ên dawîn {0, 2, 4, 6, 8} be, hejmara zo ye. Hejmarên ku bi 2’yan nayên parînkirin ango hejmarên ku hejmaroka wan ên dawîn {1, 3, 5, 7, 9} bin, hejmarên fer in. Cudahiya van hejmaran di parînkirinê de zêdetir xuya dike. Dema hejmar tê parînkirin encama wê bala mirov dikişîne. Ku encam zo be ew hejmara ku hatiye parînkirin jî zo ye. Lê ku encam fer be ew hejmar dibe ku zo an jî fer be. Bi hêsanî nîşaneya hejmarên fer û zo ya herî balkêş 2 ye. Dema hejmar li 2’yan were parînkirin hejmar zo ye, lê ku neyê parînkirin hejmar fer e.
Hejmarên zo : (2n)
Hejmarên fer : (2n-1) an jî (2n+1)
Ku Z: Zo û F: Fer be
F±F = Z FXF = F
F±Z = F FXZ = Z
Z±F = F ZXF = Z
Z±Z = Z ZXZ = Z
Mînak 1 :