Hejmar
Hejmar ji sembolên ji bo nîşandana hejmaran re tê gotin. Di her devera jiyana mirov de hejmar hene. Dema mirov dibêje yek, du, sê, çar, pênc, şeş, heft, heşt, neh, deh û hwd. wê demê mirov dikare her hejmarekê bi gelek tiştan re bi kar bîne. Di axaftinên ku mirov di jiyana rojane de dike de hejmar ciyekî girîng digirin. Berî hejmarê peyveke gelek girîng heye, ew jî “çend” e. Dema mirov bibêje “çend” pêwîst e ku hejmarek bibe bersiv. Matematîk jî li ser van hejmaran ava dibe. Hebûna Matematîkê hebûna hejmar û têkiliya di nav wan de ye. Çawa ku berî pêşketin û standardîzebûna ziman hejmar hebin Matematîk jî hebûye. Dema mirov li xwe dinihêre wê çaxê hejmara ‘yek’ tê bîra mirov. Sedema vêya jî jixwe kifş e, mirov bixwe kesek e yanî yek e. Lê dema yek an jî çendên din jî li cem mirov bin wê demê hejmareke ji ‘yek’ê mezintir tê bîra mirov, mîna du, sê, çar an jî mezintir.
Hejmar di her zimanî de hene. Têkiliya wan jî di her zimanî de heye. Lê ev têkilî ya herî hêsan e. Li gorî pêşketina zimanan têkiliyên hejmarên ku bi wî zimanî ne jî bi pêş dikevin û ber bi giraniyê ve diçin. Mesela di hinek zimanan de çar kirariyên Matematîkê hene lê mijarên girantir yên mîna Lîmît, Dîfferentîal (Turev), Întegral tune ne. Ev tişt jî li gor pêşketina zimanan diguhere.